Li Tirkiyeyê careke din mazot giran dibe

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ber bilindbûna bihayê petrola xav li cîhanê, bihayê mazotê careke din zêde dibe. Tê pêşbînîkirin ku ev giranbûn bibe sedema buhabûna xwarin û gihandinê.

Pêla giranbûna sotemeniyê li Tirkiyeyê berdewam dike. Tê payîn ku sibe Înê, 10ê Tîrmeha 2026an, ji saet 00:01ê ve, bihayê lîtreya mazotê 3 lîre û 10 qurişan zêde bibe.

Ev giranbûna nû wekî sêyemîn zêdebûna bihayê mazotê di nava tenê pênc rojan de tê qeydkirin. Sedema sereke ya vê bilindbûnê, zêdebûna bihayê petrola xav a "Brent" li bazarên navdewletî û daketina nirxê lîreyê Tirkiyeyê tê nîşandan.

Pispor hişyariyê didin ku zêdebûna bihayê sotemeniyê dê bibe sedema zêdebûna lêçûnên barkêşî û gihandinê. Ev yek jî dê rasterast bandorê li ser bihayên bazaran bike û bibe sedema giranbûna xwarin û vexwarinê.