Şeqlawa: Bendava Aqûbanê bi budceya 8 milyar dînaran hat çêkirin

Bendava Aqûbanê
Bendava Aqûbanê

Hewlêr (K24) – Projeya bendava Aqûbanê li devera Xoşnawetiyê, ku bi bihayê zêdetir ji heşt milyar dînaran hatiye bicihanîn, wekî yek ji projeyên giring ên kerta avdêriyê û parastina çavkaniyên avê li sînorê parêzgeha Hewlêrê tê hesibandin.

Ev bendava ku dikeve gundê Aqûbana Jêrî li bajarkê Hîranê yê girêdayî qezaya Şeqlawayê, li ser rûberê 400 hezar metreyên çargoşe hatiye çêkirin. Bilindahiya vê bendavê digihîje 31 metreyan û şiyana wê ya vegirtin û komkirina 2 milyon û 600 hezar metreyên sêcarkî yên avê heye.

Bandora aborî û parastina jîngehê

Bendava Aqûbanê roleke berçav di parastin û vejandina asta ava jêrerd de li deverê dilîze, herwesa feydeyeke mezin a darayî û jiyarî digihîne gundên derdorê, bi taybetî di warê dabînkirina ava pêdivî bo karên çandinî û xwedîkirina caneweran de.

Ji aliyekî din ve jî, ev proje dê ji bo pêşxistina çavkaniyên masiyan, parastina jîngeha xwezayî û kêmkirina bandorên hişkesaliyê alîkarekê baş be. Di demsala baranbarînê de jî, ew dê wekî mertalekî gundên deverê ji xeteriya lehiyê biparêze.

Niha bendava Aqûbanê, ji bilî giringiya xwe ya aborî, çandinê û jîngehî, ji ber tevlihevbûna dîmena av û xwezaya wê ya ciwan, bûye devereka geştiyariyê ya dilveker ku bala geştiyaran dikişîne.