Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Hinardekirina petrola Iraqê bi rêya bendera Ceyhanê berdewam dibe

Alparslan Bayraktar
Alparslan Bayraktar

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê berdewamiya pêvajoya hinardekirina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê tekez kir û ragihand; di çend rojên bê de lihevkirineke nû ligel aliyê Iraqî tê îmzekirin, ku rêyê dide berdewamiya hinardekirina petrola Iraqê bi rêya Bendera Ceyhanê.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar îro (Pêncşem, 9ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de diyar kir ku di rojên bê de, ew dê lihevkirineke fermî ligel Bexdayê îmze bikin. Ev lihevkirin dibe çarçoveyeke nû ya qanûnî, ku rê dide pêvajoya hinardekirina petrola Iraqê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê berdewam bibe.

Di demên borî de, şandeke bilind a hikûmetê, ku ji nûnerên Wezareta Petrolê û Wezareta Derve yên Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê pêkhatibû, li Enqereyê hejmareke civînan ligel hevtayên xwe yên Tirkiyeyê bo nîqaşkirina paşeroja lihevkirina xeta boriya Iraq-Tirkiyeyê û hevkariyan di kerta enerjiyê de kiribû.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, her du aliyan li ser berdewambûna hevahengî û şêwirmendiyên teknîkî û qanûnî li hev kiriye û tê çaverêkirin ku di qonaxa bê de protokoleke bicihanînê bê îmzekirin, bo garantîkirina berdewambûna hinardekirina petrola Iraqê, tevî petrola Herêma Kurdistanê jî.

Di vî warî de, Rêvebera Giştî ya Peymanan li Wezareta Çavkanitên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Xezal Hostanî di daxuyaniyeke taybet de bo malpera Kurdistan24ê ragihand: “Iraq û Tirkiyeyê li ser protokoleke demkî ya yek-salî li hev kiriye, bo berdewambûna hinardekirina petrola Iraqê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê.