Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê: Piştî pêvajoya aştiyê 219 endamên PKKê çek danîn

Mistefa Çîftçî
Mistefa Çîftçî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku di dema salekê de 219 çekdarên PKKê çekên xwe danîne û xwe radestî hêzên ewlehiyê kiriye. Çîftçî bal kişand ser wê yekê jî ku qonaxa "Tirkiyeya bêteror" bi rengekê serkeftî berdewam e.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Mistefa Çîftçî îro (Pêncşem, 9ê Tîrmeha 2026ê) di bernameyeke zindî ya televizyoneke Tirkiyeyî de nirxandin bo pêşkeftinên dawiyê kir û ragihand: "Ji 12ê Gulana 2025ê ve, ku komên girêdayî PKKê çek danîn, heta niha 219 endam bi rêya danûstandin û razîkirinê vegeriyane û xwe radest kiriye."

Rakirina xalên kontrolê û pêşkeftina aboriyê

Çîftçî eşkere jî kir ku ji ber binecihbûna aramiyê, wî ferman daye ku ew xalên ewlehiyê yên ku êdî pêdivîtî pê nîne bên rakirin. Di vê çarçoveyê de behsa rakirina xaleke pişkinînê li sînorê qezaya Şemzînanê kir, û tekez kir ku ev biryar ne girêdayî NATOyê ye û tenê biryareke navxweyî ye bo hêsankirina hatin û çûna welatiyan.

Navborî li ser rewşa deverên sînorî got: "Em behsa bidawîhatina qeyd û zincîreke 50 salî dikin. Bihêzbûna rewşa ewlehiyê wesa kiriye ku çalakiyên çandî û geştiyarî pêş bikevin." Wî wekî nimûne jî amaje da kirina festîval û çalakiyên werzişî, ku pêştir ji ber şer û aloziyan wekî "xewn" dihatin dîtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê tekez li ser wê yekê jî kir ku wezareta wan bi hûrgilî çavdêriya pêvajoya aştiyê dike û bi dabînkirina tevahiya ewlehî, rewşa aborî û geştiyarî ya deverê jî pêngavên mezintir diavêje.

Pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê piştî destpêşxeriya Serokê MHPê Dewlet Bahçelî ya di 26ê Mijdara 2024ê de hat destpêkirin. Pêngava herî mezin di navbera 5-7ê Gulana 2025ê de hat avêtin, gava ku PKKê di kongreya xwe ya 12ê de biryara bidawîanîna xebata çekdarî û xwehilweşandinê da.

Ev daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Mistefa Çîftçî, wekî amara yekê ya fermî ya Dewleta Tirkiyeyê tê hesibandin, ku encamên serbazî û ewlehiyê yên piştî biryara çekdanînê ya Gulana sala borî nîşan dide.