Rûsya haydariyê li ser bombebarankirina westgeha atomî ya Bûşehrê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Herdemî yê Rûsyayê li Rêxistinên Navdewletî ragehand ku ew êrîşên asmanî yên ku li ser parêzgeha Bûşehrê ya Îranê hatine kirin negehîştine westgeha atomî yên wî bajarî; wî hişyarî jî da ku eger westgeh hatiban ckirin dê karesateka pir mezin a jîngehî û mirovî jê çê bûba.

Nûnerê Herdemî yê Rûsyayê li Rêxistinên Navdewletî Mîxayîl Ulyanov îro (Duşem, 13ê Tîrmeha 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye: "Her êrîşeka li ser dezgehên atomî bê kirin wekî tawan û binpêkirineka aşkere ya qanûnên navdewletî tê hejmartin."

Nûnerê Rûsyayê hişyarî jî da ku lêdana westgeha Bûşehrê dê bandoreka pir metirsîdar li ser hemî welatên Kendavê bike û tekez kir ku pêdivî ye ev êrîş yekser bên rawestandin.

Ev daxuyaniya dîplomatê Rûsî di demekê de ye ku artêşa Amerîkayê Çarşembiya borî bi şev, bi hinceta bersivdanê bo êrîşên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê, nêzîkî 90 armancan li navxweya Îranê bombebaran kirin, ku yek ji wan bombebaranan li cihekê bûye ku nêzîkî westgeha atomî ya Bûşehrê bû.