Amerîkayê êrîşî Abadanê kir û Îranê droneka Amerîkayî li Bender Ebasê êxist
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêla rûbirûbûnên serbazî yên rasterast di navbera Amerîka û Îranê de berfirehtir dibe; piştî bombebaranên li ser peravên başûr, artêşa Amerîkayê bajarê Abadanê yê parêzgeha Xûzistanê armanc kir û li aliyê din Îranê ragehand ku droneka pêşkeftî ya Amerîkayî êxistiye.
Cîgirê Parêzgarê Xûzistanê bo Karûbarên Ewlehiyê îro (Duşem, 13ê Tîrmeha 2026ê) ragehand ku berî demeka kêm artêşa Amerîkayê êrîşeka asmanî kiriye ser bajarkê Abadanê li parêzgeha Xûzistanê. Wî berpirsî diyar jî kir ku di vê êrîşê tenê kesek birîndar bûye.
Lê ajansa "Tesnîm"ê ya nêzîkî artêşa Pasdaran ragehand ku êrîş di saet 01:45 ê piştî nîvroyê de hatiye kirin û di encamê de du kes hatine kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne. Ajansê û çavkaniyên wê tu hûrgiliyên zêdetir li ser wî cihê ku hatiye armanckirin aşkere nekirine.
Êxistina Drona Amerîkayî li Bender Ebasê
Ajansa "Fars"ê ya Îranî jî ji aliyê xwe belav kiriye ku sîstema berevaniya asmanî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li serê sibeha îro li esmanê bajarê Bender Ebasê şiyaye droneka serbazî ya Amerîkayî ya ji cûnê "Lucas"ê bihingêve.
Ev di demekê de ye ku her îro ajansa nûçeyan a "Mêhr"ê ji zarê şêniyên deverê veguhastiye ku dengê teqînan li derdora Bender Ebasê û girava Qeşmê li başûrê Îranê bilind bûye.
Wê ajansê amaje bi wê yekê jî kiriye ku dengê teqînan li dûrî bajar hatiye bihîstin û wisa xuya dike ku li peravên rojavayê bajarê Bender Ebasê pêkdadanek heye. Herwesa ragehand ku pêşbîniya îhtîmala rûdana şer û rûbirûbûneka serbazî di avên Kendavê û Tengava Hurmizê de tê kirin.
Ev pêşveçûn di demekê de ne ku her îro Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragehand ku pêleka din a êrîşan kiriye ser Îranê, ku tê de bi çekên pêşkeftî û bi giranî çend pêgehên cuda cuda kiribûn armanc.