Hêmin Hewramî: Aliyên siyasî li bernaberî berpirsyariya qanûnî û nîştimanî ne

Hêmin Hewramî û Janet Alberda
Hêmin Hewramî û Janet Alberda

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekê Mekteba Siyasî ya Partiya PDKê ragehand ku piştî derbazbûna 20 mehan di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re, ti hinceteke siyasî bo rawestandina karên parlamentoyê nemaye û ew amade ne parlamento bi zûtirîn dem bê aktîfkirin û pêngavên qanûnî û destûrî bên destpêkirin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de diyar kir ku di dema pêşwazîkirina li balyoza nû ya Hollandayê li Îraqê Janet Alberda û Cîgirê Konsulê Giştî yê Hollandayê li Herêma Kurdistanê Bertel Snwer de, helwesta zelal û aşkere ya partiya xwe li ser rewşa siyasî û pêvajoya parlamentoyê nîşan daye.

Hewramî ron jî kir ku piştî 20 mehan ji birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û lidarxistina bi dehan civînan ligel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û aliyên din, herwesa îmzekirina lihevkirina siyasî li ser bingeha çespandina hevparî û lihevkirinê, niha ti hinceteke siyasî bo xetimîna siyasî nemaye.

Bangewaziya PDKê bo Aliyên Xwedî Kursî

Wî berpirsê bilind ê PDKê tekez jî kir ku ew amade ne bi zûtirîn dem Parlamentoya Kurdistanê bê aktîfkirin û daxwaz jî kir ku rûniştinên parlamentoyê dest pê bikin. Hewramî peyamek jî arasteyî hemî wan aliyan kir ên ku xwedî kursiyên parlamentoyê ne, daku biçin bin barê berpirsiyariya siyasî, qanûnî û nîştimanî û di nav parlamentoyê de danûstandinan li ser pêngavên qanûnî û destûrî bikin.

Di pişkeke din a wê hevdîtinê de, zêdetir hûrgilî û ronkirin li ser dîtin û helwesta PDKê li beramberî hevkêşeyên herî dawiyê yên navxweya Herêma Kurdistanê bo şanda mêvan hatin şirovekirin.

Hêmin Hewramî spasiya balyoza Hollandayê kir, ji ber rola wê û dostaniya wê ya berdewam ligel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di sala 2016ê de dema ku konsula welatê xwe bû li Hewlêrê û di du salên borî de jî wekî balyoz li Îraqê kar kiriye; herwesa rola wan a berçav di pêşxistina peywendiyên dualî yên navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê de bilind nirxand.

Ev helwesta PDKê di demekê de ye ku piştî kirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û derbazbûna nêzîkî 20 mehan di ser wê pêvajoyê re, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi taybetî PDK û YNK ketine nav hejmareka nîqaş û danûstandinên dirêj, lê heta niha rûniştinên parlamentoyê bi rengekê asayî nehatine destpêkirin û kabîneya dehê ya hikûmetê nehatiye avakirin.