Nêçîrvan Barzanî: Fransa her dem dosteka dilsoz a Kurdistanê bûye

Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron
Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta Roja Nîştimanî ya Fransayê, di peyamekê de germtirîn pîrozbahî arasteyî Serokkomar û gelê Fransayê kir; Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêgeha dîrokî û stratejîk a Parîsê wekî dosteka dilsoz û hevpareke bawerê ya gelê Kurd kir, ku di serdemên herî dijwar de her dem piştgiriya aştî, aramî û Herêma Kurdistanê kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek li ser Roja Nîştimanî ya Fransayê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de nivîsiye: "Di Roja Nîştimanî ya Fransayê de, em li gel gelê Fransayê nirxên azadî, wekhevî, biratî û demokrasiyê bilind dinirxînin, ku di vê roja dîrokî de berçav didin." Herwesa gotiye: "Ez germtirîn pîrozbahî arasteyî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û gelê wî welatî dikim."

Navborî tekez jî kir ku Fransa her dem dosteka dilsoz û hevpareke bawerê ya Herêma Kurdistanê bûye û got: "Em her dem rêzeke herî mezin bo Fransayê nîşan didin, ku di qonaxên herî giran de berdewam piştevana me bûye û pabendî çespandina aştî, tenahî û nirxên me yên hevpar bûye."

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî jî xwest ku dostaniya herdemî ya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê her dem ber bi zêdetir pêveçûnê ve pêngavan biavêje.