Trump bo K24ê: Em çend peymanan bi Iraqê re îmze dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, di kongreyeka rojnamevanî ya hevpar de ligel Serokwezîrê Îraqê, bersiva pirsa Kurdistan24ê da û tekez li ser pêşxistina hevpariya stratejîk di kerta enerjî û petrolê de kir. Hevdem Elî Zeydî tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêgeheka serekî di nexşeya siyasî ya Îraqê de heye û tu cudahiyek di serederîkirina ligel Herêma Kurdistanê de nayê kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) di bersiva pirsa Rêveberê Nivîsîngeha Kurdistan24ê li Waşintonê Rehem Reşîdî de ragehand: "Em ligel hikûmeta Bexdayê mijûlî karên gelek baş û hevpar in.”
Trump herwesa got: “Îraq ji ber samana xwe ya petrolê xwedî şiyaneka gelek mezin e; em dê çend lihevkirinên stratejîk îmze bikin, ku dê bibin sedema zêdebûna asta berhemanîna petrolê û peydakirina fersendên kar bo her du welatan."
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî jî, di bersiva xwe ya bo Kurdistan24ê de, bal kişand ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û ragehand: "Herêma Kurdistanê pareka yekcar giring a Îraqê ye."
Zeydî tekez li ser prensîba wekheviyê kir û diyar kir ku tu cudahî di navbera Herêma Kurdistanê û deverên din ên Îraqê de nînin û wekî hev serederî ligel wan tê kirin.
Ev daxuyaniyên her du serkirdeyan di demekê de ne ku Serokwezîrê Îraqê di geşta xwe ya yekê ya fermî de li Waşintonê ye û dosiyeya enerjiyê û hevpariya aborî di serê lîsteya rojeva civînên wî yên ligel berpirsên bilind ên Amerîkayê de ye.