Brem: Hevpariya navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê dîrokî û biberhem e
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê pesna hevpariya biberhem û dîrokî ya navbera Hewlêr û Parîsê kir û peywendiyên navbera her du aliyan wekî peywendiyên mukom û dewlemend wesif kirin.
Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jan Brem îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) di gotarekê de, ku bi helkeftina Roja Nîştimanî ya Fransayê li bajarê Hewlêrê pêşkêş kir, tekez li ser berdewamî û mukomiya peywendiyên dualî yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê kir.
Konsulê Fransayê ragehand ku bîranîna vê roja nîştimanî li Hewlêrê nîşana wan bihayên mirovî yên hevpar e ku gelê Kurd û gelê Fransayî digihînin yek. Brem di gotara xwe de aşkere jî kir ku ev helkeftin bo wî gelek taybet e, ji ber ku ev erkê wî yê dawiyê yê dîplomasî ye li Kurdistanê berî vegera wî bo Fransayê.
Brem bi rêzdarî behsa dema karkirina xwe li Herêma Kurdistanê kir û got: "Ez ligel xwe gelek bîranînên xweş, hevnasîna xelkê deverê, dîmenên dilveker ên çiyayên bilind ên Kurdistanê û bajarên wê yên bedew dibim Fransayê."
Destkeftiyên Konsulxaneya Fransayê li Kurdistanê
Konsulê Fransayê bal kişand ser bizavên tîma konsulxaneyê di dema erkê wî de, ku tê de gelek destkeftiyên giring hatine bidestxistin, wekî:
Silametî û Berevaniya Şaristanî: Bihêzkirina hevahengiyê ligel Rêveberiya Berevaniya Şivîl a Herêma Kurdistanê ji bo parastina silametiya giştî ya welatiyan.
Kerta Bazirganî û Aborî: Rêxistina Korbenda Bazirganiyê ya Fransa - Herêma Kurdistanê ya yekê, ku bû sedema pêşkêşkirina enerjî û livîneka zêdetir ji bo kertê Bazirganiyê bi merema pêşxistina Herêma Kurdistanê.
Dîrok û Rewşenbîrî: Me karî şandên şûnwarî vegerînin Herêma Kurdistanê, daku kar bikin û lêkolînan li ser şûnewarên kevnar ên Herêma Kurdistanê bikin.
Sembolên Dostaniya Dîrokî ya Hewlêr û Parîsê
Jan Brem spasiyên taybet arasteyî dost û hevparên xwe yên Kurd kir û diyar kir ku tu ji van serkeftinan bêyî dilsozî û piştgiriya aliyê Kurdî nedihatin bidestxistin. Wî bal kişand ser du projeyên sembolîk û dîrokî û got: "Projeyên dîrokî yên wekî vekirina Rêya Pêşmerge li Parîsê û danîna Peykerê Charles de Gaulle li bajarê Hewlêrê sembolên herî bihêz ên vê dostaniya dîrokî ya navbera her du gelan de ne."
Li dawiyê jî, Konsulê Giştî yê Fransayê careka din tekez kir ku hevpariya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê herdem biberhem bûye û hevahengiya berdewam a navbera Parîs û Hewlêrê nîşana meziniya dostaniya navbera her du aliyan e.