Sefîn Dizeyî: Peywendiyên me ligel Fransayê dîrokî ne

Sefîn Dizeyî
Sefîn Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di merasîmên Roja Nîştimanî ya Fransayê de, ku li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, tekez li ser kûrahiya peywendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê hat kirin. Sefîn Dizeyî ragehand ku Fransa her dem piştevaneka dilsoz a Kurdan bûye, hevdem Konsulê Giştî yê Fransayê jî jî xatir ji Kurdistanê xwest..

Di gotarekê de bi helkeftina Roja Nîştimanî ya Fransayê, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) ragehand: "Em hevparî û dostaniya xwe ya ligel Fransayê tekez dikin. Payeyên damezrandina Fransayê xwedî bingehên bihêz bûne û nifşên me jî bi salan e bo azadiyê têkoşînê dikin; ev jî xala hevpar a navbera her du aliyan e."

Sefîn Dizeyî diyar jî kir ku di dema borî de şerê gelê Kurd bo man û azadiyê bû, lê niha qonax guhariye û bizav bo berdewamiya jiyanê û pêşxistinê zêdetir in. Wî herwesa got: "Peywendiyên me yên ligel Fransayê ji sala 1991ê ve berdewam in; Fransa di dabînkirina jîngeheka bisilamet bo parastina Herêma Kurdistanê de hevaleka biemek bûye."

Dîroka Peywendiyan û Sembola Charles de Gaulle

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve bal kişand ser dîroka peywendiyan û îşaret da ku ji salên 1980an ve Fransayê hembêza xwe bo penaberên Kurd vekiriye. Dizeyî herwesa behsa rola dîrokî ya "Charles de Gaulle" kir û ragehand ku hebûna peykerê wî serkirdeyî li Parka Samî Ebdulrehman li Hewlêrê nîşana kûrahiya van peywendiyan e.

Xatirxwastina Konsulê Giştî yê Fransayê

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jan Brem jî ji aliyê din ve di gotara xwe de diyar kir ku ev helkeftin bo wî gelek taybet e ji ber ku ev erkê wî yê dîplomasî yê dawiyê ye li Herêma Kurdistanê berî ku vegere welatê xwe.

Brem bi rêzdarî behsa dema karkirina xwe li Herêma Kurdistanê kir jî û got: "Ez ligel xwe gelek bîranînên xweş, hevnasîna xelkê deverê, dîmenên dilveker ên çiyayên bilind ên Kurdistanê û bajarên wê yên bedew dibim Fransayê."