Sûriyeyê hewleke qaçaxçîtiya çek û mûşekan a ji bo Hizbullahê pûç kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand, wan li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de, hewleke derbaskirina barekî mûşek û çekan pûç kiriye.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, îro 16ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên wan ên ewlehiyê li ser sînorê Iraqê dest danîne ser barekî mezin ê çekan.
Li gorî lêkolînên destpêkê yên ku wezaretê, qaçaxçiyan plan dikirin ku vî barê çek û mûşekan di ser axa Sûriyeyê re derbas bikin û bigihînin destê Hizbullaha Libnanê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyon bi serkeftî bi dawî bûye û rê li ber vê hewla neyasayî hatiye girtin.
Wezaretê derbarê cihê tam ê operasyonê û hejmara kesên ku di vê qaçaxçîtiyê de hatine girtin, ti agahî nedan.
Heya niha, ji aliyê hikûmeta Iraqê û her wiha ji aliyê Hizbullaha Libnanê ve derbarê vê yekê de ti daxuyaniyên fermî nehatine belavkirin.