Li Rojhilatê Kurdistanê dirûna genim hat destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundên Rojhilatê Kurdistanê û heta li nav zeviyên nêzîkî bajaran jî, dirûna genim hatiye destpêkirin. Derase li her derê dixebitin û rûberekî pir mezin ji zeviyên çandiniyê li hemî parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hatine çandin.
Sîloyên hikûmetê garantî daye ku herî kêm %75 ji wî genimê ku berhem tê ji cotkaran bikirin, lê cotkar gazinan dikin ku pereyê wan dereng tê dan û ev yek wan rûbirûyî zirarên mezin dike.
Cotkarek li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re got: "Kompaniya Teawunîyê soz dabû me ku dê genimê me bi nirxê rojê bikirin û pereyê me bi du geran bidin; gera yekê di meha yekê ya havînê de û gera duyê jî di dawiya havînê de. Lê niha dana pereyê me paş dikeve; ji ber vê yekê jî nirxên me du beranber û sê beranber zêde bûye."
Statîstîk: Rola stratejîk a Rojhilatê Kurdistanê di dabînkirina genim de
Rojhilatê Kurdistanê tenê %10 ya rûberê axê û hejmara şêniyên Îranê pêk tîne, lê zêdetir ji %30 ya tevahiya genimê Îranê li herêmên Kurdistanê berhem tê. Ev jî ji bilî ku hewcedariyên navxweyî yên Rojhilatê Kurdistanê gelek zêdetir e, roleka sereke di dabînkirina ewlehiya xwarinê ya Îranê de jî dilîze.
Tê pêşbînîkirin ku îsal tevahiya berhema genimê Îranê bibe 13 milyon û 500 hezar ton û li her pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî zêdetir ji 4 milyon û 80 hezar tonên genim bên berhemanîn.
Cotkarên Kurdistanê dibêjin ku sazî û dezgehên fermî û peywendîdar alîkariya wan nakin û divê ew her tiştî bi nirxekî giran ji bazara azad bikirin.
Cotkarên Kurdistanê tekez dikin ku saziyên fermî û peywendîdar di warê dabînkirina pêdiviyan de alîkariya wan nakin û ew neçar in her tiştî bi nirxekî giran ji bazara azad bikirin.
Cotkarekî din hêrs û fikarên xwe wisa tîne ziman: "Aliyên peywendîdar ên çandiniyê qet alîkariya me nakin. Em di werzên bihar û payîzê de neçar in peyîna kîmyayî bi giranî bikirin, ji ber ku hikûmetê tu peyîneka kîmyayî nedaye me. Em neçar in her tiştî ji bazara azad bikirin; ji dermanên çandiniyê bigire heta amûrên reşandina dermanan, em her tiştî bi pereyê xwe û bi buha peyda dikin."