Iraq: Rawestandina gaza Kormorê dibe sedema windakirina 1400 megawatên elektrîkê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Elektrîkê ya Îraqê ragihand ku ji ber rawestandina dabînkirina gazê li zeviya Kormorê ya Herêma Kurdistanê, metrsî heye ku tora nîştimanî ya elektrîkê ya Îraqê nêzîkî 1400 megawatan ji şiyana xwe ya berhemanînê ji dest bide.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Turkî Ciyad îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku wezareta wan bi fermî hatiye agahdarkirin ku ji ber rewşa ewlehiyê ya deverê, hinardekirina gazê ji zeviya Kormorê hatiye rawestandin.
Wî tekez jî kir ku ger ev rawestandin berdewam bike, dê bandoreka pir xerab li ser belavkirina elektrîkê li Îraqê bike û tora nîştimanî dê 1400 megawatên elektrîkê winda bike.
Li gorî wê daxuyaniyê, Wezareta Elektrîkê yekser hemî rêkarên pêdivî bi cih anîne û planeke awarte ji bo birêvebirina tora elektrîkê amade kiriye, daku bandora vê qeyranê kêm bikin.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê daxwaz ji welatiyan kir ku di vê heyama demkî de, di xerckirina enerjiya elektrîkê de hevkar bin û bi hişyarî elektrîkê bi kar bînin daku barê tora giştî giran nebe.
Ev hişyariya Wezareta Elektrîkê ya Îraqê piştî wê yekê tê ku Kompaniya "Dana Gas"ê jî her îro di daxuyaniyekê de aşkere kir ku ji ber hebûna gefeke bawerkirî li ser ewlehiyê û tundbûna rewşa deverê, wan biryar daye ku hemî saziyên serekî yên berhemanînê li zeviya Kormorê bi awayekî demkî daxin.
Zeviya gazê ya Kormorê dikeve sînorê qezaya Çemçemalê û çavkaniya serekî ya dabînkirina gaza xwezayî ye, bo westgehên berhemanîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê.
Di dema borî de jî, zeviya Kormorê gelek caran rûbirûyî êrîşên bi moşek û dronan bûye. Her carê jî piştî van êrîşan, pêvajoya berhemanînê rawestiyaye ku ev yek rasterast bûye sedema vemirîna giştî ya elektrîkê û kêmbûna saetên elektrîka nîştimanî bo welatiyên Herêma Kurdistanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam ligel Hikûmeta Îraqê di nav bizavan de ye, daku zêdetir ewlehiyê bo van saziyên stratejîk dabîn bikin û rêyê li dubarebûna rûdanên bi vî rengî bigirin.