Li Meletiyê erdhejeke bi hêza 5 pileyan rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand, îro 18ê Tîrmehê, saet 06:20an erdhejeke bi hêza 5 pileyan li gorî pîvera Richterê rû da.
Li gorî daneyên AFADê, navenda erdhejê navçeya "Meletiya Kevin" bûye. Ji ber ku erdhej nêzî rûyê erdê pêk hatiye, li Xarpêt, Semsûr, Dêrsim û Rihayê jî hest pê hate kirin.
Ji ber tirs û nîgeraniyê, gelek welatiyên li van bajaran ji malên xwe derketin û berê xwe dan qadên vekirî û parkan û heya demekê neketine malên xwe.
AFADê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, tîmên wan li herêmê lêkolînên xwe didomînin û heta niha ti ziyaneke canî yan malî ya giran nehatiye tomarkirin.
AFADê bang li welatiyan kir ku bi aramî tevbigerin û ragihand ku rewş niha asayî bûye.