Omêd Xoşnaw: Li Hewlêrê rêkarên tund li dijî serpêçîkarên benzînê dest pê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da ku nirxê benzînê were daxistin, da ku barê ser milê welatiyan sivik bibe. Parêzgarê Hewlêrê jî hişyarî da ku ji sibe ve rêkarên tund li dijî serpêçîkarên bazara sotemeniyê dest pê dikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 20ê Tîrmeha 2026an pêngavên kêmkirina nirxê benzînê li bazarên herêmê da destpêkirin. Ev biryar piştî bişopandina rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat girtin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya Wezareta Samanên Sirûştî daxwaz kiriye ku bi zûtirîn dem nirxê benzînê were daxistin. Armanca vê pêngavê ew e ku barê darayî yê ser milê welatiyan kêm bibe û bihayê sotemeniyê bibe asteke guncav.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, fermana daxistina nirxê benzînê hatiye belavkirin û hemû aliyên pêwendîdar hatine agahdarkirin.
Xoşnaw wiha got: "Ji sibe ve rêkarên tund û yasayî li dijî wan kesên ku li dijî biryarê derdikevin û nirxê sotemeniyê bilind dikin, li seranserê parêzgeha Hewlêrê dest pê dikin. Em ê rê nedin ti kesî ku bazara sotemeniyê ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne."
Ji bo mîsogerkirina daxistina nirxan û rêgirtina li bedriftariyê, lijneyeke bilind ji Wezareta Samanên Sirûştî, Wezareta Navxwe û parêzgaran hat avakirin. Ev lijne dê çavdêriya bazarê bike û her benzînxaneya ku pabendî biryarê nebe, dê bi tundî were cezakirin û rûbirûyî yasayê bibe.