CENTCOM: Me çend armancên li nava Îranê bombebaran kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), bi daxuyaniyekê aşkere kir, hêzên wan rêzeêrişên asmanî yên bibandor li dijî çend armancan li kûrahiya axa Îranê pêk anîne.
CENTCOMê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" nivîsî: "Ev êriş bersiveke bihêz û rasterast in ji bo wan hewildanên êrişkariyê yên ku duh ji aliyê Îranê ve li dijî hêzên me yên li herêma Rojhilata Navîn hatibûn kirin. Hêzên Amerîkayê bi biryar in ku parastina serbazên xwe bikin û her gefeke ku ewlehiya navçeyê bixe metirsiyê, bi tundî pûç bikin."
Hevdem ligel daxuyaniya Amerîkayê, medyayê Îranê belav kir, li bajarê "Sirîk" ê ser bi parêzgeha Hurmizganê û bajarê "Nûrabad" ê li başûrê Îranê, dengên teqînên pir mezin hatine bihîstin.
Ev êriş di demekê de ne, duh Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî dabû ku bersiva vê carê ya Washingtonê bo Tehranê dê "pir tund û kujer" be.
Malpera "Axios" ji zarê berpirsekî Amerîkî ve ragihand ev êrişên li ser hundirê Îranê, di bersiva wê êrişa mûşekî de ne ku duh ji aliyê Îranê ve hatibû kirin ser bingeheke Amerîkî li ser xaka Urdinê.