Li Sineyê avahiyeke 130 salî bû navendeke hunerê
Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê Sineyê, wekî paytexta çand û hunera Rojhilatê Kurdistanê, dîroka xwe ya kevin bi hunera nûjen re girê dide. Avahiyeke 130 salî ku demekê wêraneyek bû, niha bi destê Dr. Qutbedîn Sadiqî hat nûjenkirin û deriyên xwe ji bo hunerhezan vekirin.
Li nava kolanên dîrokî yên Sineyê, avahiyeke bi heybet heye ku çîroka guherînên 130 salan di nava dilê xwe de dihewîne. Ev avahî di destpêkê de mala bazirganekî bû, paşê bû yekemîn avahiya Şaredariya Sineyê û piştî wê jî wekî dadgeh û dibistan xizmet kir. Lê piştî ku nîv sedsalê hat piştguhkirin û bibû wêraneyek, pisporê hunerên şanoyê Dr. Qutbedîn Sadiqî biryar da ku dîrok û hunerê di bin heman banî de bîne hev.
Dr. Qutbedîn Sadiqî got: "Li navenda me ji bo gelek şaxên hunerê perwerde heye; lîstikvanî, derhenerî, hînkirina amûrên muzîkê, nivîsandina senaryo û şanoyan. Her wiha em girîngiyê didin şanoya afirîner a zarokan û dersên helperkeya kurdî û ya cîhanî. Hefteyekê carê jî em fîlmên taybet ên derbarê dîrok û çanda kurdî de nîşan didin."
Pêvajoya nûkirina vê avahiyê ne hêsan bû. Mesrefa projeyê ku di destpêkê de wekî 3 milyar tûmen hatibû texmînkirin, gihîşt nêzîkî 9 milyar tûmenan. Lê armanca Dr. Sadiqî û tîma wî ji diravan mezintir bû; wan dixwest navendekê ava bikin ku ciwanên kurd tê de perwerdeya hunerî bibînin û li ser resenatiya xwe biaxivin.
Rêvebera Akademiyê Behar Behramî jî got: "Karên ku li vir tên lidarxistin pir berfireh in; ji lîstikvaniyê heta nîgarvanî û muzîkê. Ev der ji bo ciwanên Sineyê û tevahiya parêzgehê navendeke pir aram û taybet e. Heta ji bajarên dûr ên wekî Tehranê jî xwendekar tên vir, da ku di akademiya me de perwerdeyê bibînin."
Akademiya Hunerê ya Dr. Sadiqî, îro ne tenê avahiyeke dîrokî ya nûkirî ye, lê kargeheke berhemanîna çandê ye. Ev akademî niha xwedî 7 salonên şanoyê ye û bûye malek ji bo hemû şaxên hunerê.
Ev navenda nû ya li Sineyê, dîroka 130 salî û enerjiya ciwanan digihîne hev da ku paşerojeke ronîtir ava bikin. Bi vê gavê, bajarê Sineyê wekî stûneke giring a hunerî li herêmê dimîne û hunermendên nû perwerde dike.