Erdhejeke bihêz li Japonê rû da: Navendeke mezin a bazirganiyê rûxiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Li başûrê rojavayê Japonê erdhejeke bi hêza 7.1 a li gorî pîvera Richterê rû da. Di encamê de navenda mezin a bazirganiyê "Aeon Mall" li eyaleta Kumamotoyê bi ser kiryaran de rûxiya.
Tîmên rizgarkirinê di nava kavil û betonên navenda bazirganiyê de li windayiyan digerin. Polîsê herêmê hişyarî dide ku dibe ku karesateke mezin a mirovî çêbibe, ji ber ku di dema erdhejê de hejmareke mezin a mirovan di hundirê navendê de bûn.
Ji aliyê xwe ve, Hikûmeta Japonê hişyariya "Asta 5" ragihand ku asta herî metirsîdar a karesatan e.
Ji bo bi sedhezaran niştecîhên eyaletên Kumamoto, Nagasaki û Fukuokayê fermana valakirina malan hat dayîn.
Ji ber qutbûna xetên peywendiyê û derketina agir li gelek deverên Kumamotoyê, karên tîmên hewarhatinê bi zehmetî birêve diçin û heta niha amara fermî ya qurbaniyan nehatiye piştrastkirin.