Mesrûr Barzanî: Em êşa jenosîda Êzidiyan û komkujiya Şingalê qet ji bîr nakin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 12ê ya jenosîda Şingalê de ragihand ku piştî 12 salan hîn jî xweragiriya xûşk û birayên Êzîdî bo hemû Kurdistanê mayeya hêz û şanaziyê ye, û tekez kir ku ew dê her tiştê di şiyana wan de be ji bo piştgirîkirina rizgarbûyiyan û vegera bi rûmet a awareyan bikin.

Piştî birêveçûna merasîmeka girêdayî salvegera 12ê ya jenosîda Êzîdiyan û komkujiya Şingalê – ku bi tevlîbûna Mîr û Babê Şêx ê Êzîdiyan, Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û Cîhanê û nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê hatibû lidarxistin – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsiye: "Evro em bi rêz ve qurbaniyên jenosîda Êzîdiyan û komkujiya Şingalê bibîr tînin û tekez dikin ku em êş û azarên wan tu carî ji bîr nakin. Piştî 12 salan, hîn jî xweragiriya xûşk û birayên me yên Êzîdî bo hemû Kurdistanê mayeya hêz û şanaziyê ye."

Serokwezîr di pareke din a peyama xwe de rêz û hurmeta xwe ji bo qehremaniya hêzên ewlehiyê aniye ziman û nivîsiye: "Em serê rêz û hurmetê bo bi sedan hezar Pêşmergeyên ku ji bo rizgarkirin û parastina Şingalê şehîd bûne diçemînin."

Di dawiya peyama xwe de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser berdewamiya bizavan kir û ragihand: "Çi tiştê di şiyana me de be, em dê ji bo piştgirîkirina rizgarbûyiyan, rizgarkirina wan kesên ku heta niha winda ne û hevkariya awareyên Êzîdî bikin, daku ew bi serbilindî û silametî vegerin ser mal û milkên xwe."