Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera: Li Sûriyeya nû mafên hemî pêkhateyan tên parastin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê li Şamê ligel Serokê Sûriyeyê civiya û di hevdîtinê de her du aliyan tekez li ser berfirehkirina hevkariyên aborî, parastina mafên hemî pêkhateyan di Sûriyeya nû de û xurtkirina aramiya deverê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê nîvroyê (Duşem, 3ê Tebaxa 2026ê) li bajarê Şamê ligel Serokê Komara Sûriyeyê Ehmed Şera civiya, ku Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî jî di wê civînê de amade bû.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de peywendiyên Sûriyeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin û giringiya berfirehkirina hevkariyên hevpar di warên cuda cuda de, bi taybetî di warê aborî de hatin behskirin. Herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşhatên dawiyê yên deverê jî guhertin û daxwaza xurtkirina ewlehî, tenahî û çareserkirina aştiyane ya arêşeyan kirin.
Di tewerekê din ê civînê de, tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku di "Sûriyeya nû" de mafên hemî pêkhateyan parastî bin. Ji aliyê xwe ve, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera spasiya Herêma Kurdistanê kir, ji ber pêşwazîkirin û hewandina penaberên Sûriyeyê di dema şer de û ragihand ku welatê wî bi giringî ve li rola Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe pesnê rola Serokê Sûriyeyê kir, ji bo wan pêşveçûnên ku di warên cuda cuda de li Sûriyeyê bi dest hatine, û herwesa ji bo amadeyî û rola Sûriyeyê ya li ser asta herêmî û navdewletî. Li dawiyê jî, çend pirsên din ên cihê balkişandinê û berjewendiya hevpar hatin behskirin.