Hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêjeyeke berçav kêm bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya SOMO ragihand, ji ber aloziyên li navçeyê û girtina Tengava Hormizê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav kêm bûye û daketiye 20 hezar bermîlan di rojekê de.
Jêderekî berpirs ji Kompanyaya Niştimanî ya Firotina Petrola Iraqê (SOMO) ji Kurdistan24’ê re ragihand, ji ber girtina Tengava Hurmizê û armanckirina kêlgehên petrolê, berhemanîn û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rastî derbeyeke mezin hatiye.
Li gorî zanyariyên ku SOMO’yê dane, asta hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya rojane ku berê 230 hezar bermîl bû, niha tenê gihîştiye 20 hezar bermîlan. Hat diyarkirin ku girtina Tengava Hormizê bandoreke rasterast û neyînî li ser hemû asta berhemanîna Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Heman jêderî destnîşan kir, her çend peymana hinardekirina petrolê bi rêya boriyên di navbera Herêma Kurdistan û Kerkûkê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hîna berdewam e, lê ji ber encamên qeyrana li navçeyê, rêjeya petrola ku diçe Tirkiyeyê bi awayekî tund kêm bûye.
Di raporê de hat aşkerekirin, Iraqê di meha Tîrmeha borî de bi giştî 42 mIlyon bermîl petrol hinarde kiriye. Ji vê rêjeyê, 7 mIlyon bermîl bi rêya boriya Herêma Kurdistanê gihîştiye bendera Ceyhanê. Di vê heyamê de, asta berhemanîna rojane ya Iraqê bi giştî wekî mIlyonek û 950 hezar bermîl hat tomarkirin.
Ji ber qeyranên heyî, hinardekirina petrola Iraqê bi rêya boriya Ceyhanê bi giştî daketiye 60 hezar bermîlên rojane. Herwiha, berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê jî ji 230 hezar bermîlan daketiye asta herî nizm, ku rojane tenê 20 hezar bermîl e.