Li Diyarbakirê di 10 salan de hevberdan %100 bêhtir zêde bûye
Diyarbekir (K24) – Muxtarên taxên navenda Diyarbekirê didin zanîn ku li Diyarbekirê her ku diçe hevberdan zêde dibe, ku sedema sereke ya vê rewşê jî xirapbûna rewşa darayî ya civakê ye. Parêzer jî didin zanîn ku piraniya dozên hevberdanê ji aliyê jinan ve tên vekirin û ev yek di paşerojê de guherîna bingeha civakê jî bi xwe re tîne.
Mezintirîn taxa Diyarbekirê Taxa Bagcilarê ya navçeya navendî ya Rezanê ye, ku serjimêriya wê 160 hezar e û li gorî danayên muxtariya taxa bagcilarê rojane kêm-zêde 15 bangewaziyên dadgehê yên hevberdanê digihîjin muxtariya taxa bagcilarê.
Di derheqa zêdebûna daxwaza hevberdanê de, muxtar didin zanîn ku bi pirranî ji ber rwaşa darayî ye û dema ku malbat nekaribin debara xwe bikin, ev yek dibe sedema nîqaşan û ev nîqaş kûr dibin û encamên wek hevberdanê jê derdikevin.
Muxtarê taxa Bagcilarê Şehmûs Şîrdenlî di vî warî de dibêje: “%60 sedemên hevberdanê ji ber aboriyê ne, me ji dewletê xwest ku dest biavêje vê mijarê ji ber ku her ku diçe zêde dibe, dewletê dixwest ku ciwan bizewicin, lê dema ciwan vê rewşê dibînin dibêjin em dê çima bizewcin?”
Li gorî daneyan di sala 2015ê de, li Diyarbekirê hijmara hevberdanê 764 bû lê di sala 2025ê de ev hijmar bûye 1938 ku rêjeya zêdebûnê %100 zêdetir e û her wiha hijmara hevberdanê ya 25 salên dawiyê jî gihîştiye 22 hezarî.
Hiqûqnas Şîlan Kadirhan jî di vî warî de eşkere dike: “Kesên ku daxwaza hevberdanê dikin bi pirranî di navbera 20 û 30ê saliyê de ne, ji ber ku hîn hevdu baş nas nekirîn dizewicin û di paşerojê de li hev nakin û hev berdidin û sedemên wek tundî û aboriyê jî derdikevin pêş”
Li gorî amarên fermî, %70 di dozên hevberdanê de jin daxwaza hevberdanê dikin û %90 ê dozan bi hevberdanê bidawî dibin, hiqûqnas dibêjin ku ev rewş bingeha malbatê diguherîne û zirarê dide paşeroja zarokan jî.