Firat û Ramanli: "Ev yasa bingeha aştiyeke mayînde û pêngaveke pîroz e
Enqere (K24) – Di proseya aştiyê de ku ji 1ê Cotmeha 2025an ve dest pê kiriye, yekem yaseya ku dê bingeha hiqûqî ya proseyê ava bike edî di hundirê çend rojan de derdikeve. Ligel li Tirkiye mijara herî sereke ev pêşniyaryaseya çarçoveyê ye parlamenterên partiyên siyasî jî vê pengavê wekî pengaveke erênî dibînin û dibêjin ku ev dê bibe bingehek ku hin pêngavên din jî bên avêtin.
Li Enqereyê êdî çavê hemû kesî li parlamentoyê ye ku pêşniyaryaseya bi navê Xurtkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî bê pesendkirin. Pêşniyaryaseya ku dê rê li ber vegera endamên PKKê veke û dê bibe bingeha yaseyî ya proseyê bi 360 îmzeyan bo serokatiya parlamentoya Tirkiyeyê hatiye pêşkêşkirin û roja înê di Komisyona Edaletê de bê gotûbêjkirin. Tê payîn roja yekşemê herî dawî heta 11ê Tebaxê jî di Lijneya Giştî de bê qebûlkirin.
Parlamenterê AK Partiyê yê Erziromê jî dide zanîn ku; ev yase ji bo bingeha aştiyeke mayînde û kêşeya Pirsa Kurd pêngaveke gelekî girîng e.
Parlamenterê AK Partiyê yê Erziromê Abdurrahîm Firat ji K24ê re got: “Xweda di Qûrana pîroz de dibêje; em giş birayên hev in, din av birayên xwe de sulh çêbikin. Ev zagon jî derbarê vî kêşeyê de gaveke gelekî girîng e. Ev sed sal in li ser terorê têkoşîneke mezin çêdibe, gelek dayik giriyan e, gelek kesan canê xwe ji dest dane. Ev pêvajo ji bo aştiyê, ji bo aramiyê ye. Hem ji bo Tirkiye hem ji bo Iraqê ye, ji bo Sûriyeyê ji bo navçeya me ye. “
Ligel ku pêşniyaryase ne efûyeke giştî ye û ji bo statuya rêberê PKKê Abdullah Ocalan tu xaleke lixwe nagre jî bipaşxistina lêpirsîn, darizandin û cezayan ji bo 5 û 10 salan li xwe digire lê tawanên kuştina bi qestî û dosyayên beriya 1ê Hezîrana 2005an li derveyî çarçoveyê dihêle.
Parlamenterê HUDA-Parê yê Êlihê Serkan Ramanli dibêje: “Ji sedî sed ne wekî dilê me jî be di vê çarçoveyê de îro gaveke pîroz e û em înşelleh dixwazin encam bide. Piştî ku ev yase hefteya pêşiya me derkeve êdî dê rêxistina PKKê jî hin bi hin lazim e dest ji çekan berde, şikeftên xwe vala bike û hebûna xwe li gorî vê qanûnê fesix bike. Dema fesix kir ew kesên ku heta niha bi destên xwe kuştin nekiribin, yên di hepsan de dê bên berdan, yên ku niha mehkûm in dê serbest bibin Di pêş de jî dê înşelleh hin gavÊn din jî bên avêtin.”
Her çiqasî pêşniyaryase bê qebûlkirin jî prose di pratîkê de piştî ku biryara Civata Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî de hate weşandin dê dest pê bike ku dê biryar destnîşan bike ku PKKê hebûna xwe bi dawî aniye.