Serokerkanê Iraqê Fermandariya Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê hilweşand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah bi serdaneke leşkerî gihîşt bajarê Kerkûkê û di yekem gava xwe de, biryar da ku "Fermandariya Operasyonên Rojavayê Dîcle" were hilweşandin.
Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah, îro 8ê Tebaxê tevî şandeke bilind a leşkerî gihîşt Kerkûkê û bi fermandarên herêmê re civiya. Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê, Yarallah biryara hilweşandina Fermandeyiya Operasyonên Rojavayê Dîcle daye.
Hate ragihandin, ev biryar wekî destpêka zincîreyek guhertinan e. Tê çaverêkirin ku di demeke nêz de di gelek postên giring ên ewlehî û leşkerî de li sînorê parêzgeha Kerkûkê û navçeya Xurmatûyê guhertin werin kirin. Armanca van gavan, bihêzkirina kontrola asayîşê û rêgirtina li her cure valahiya ewlehiyê ye.
Ev serdan û amadebaşiya leşkerî piştî êrîşên asmanî yên 29’ê Tîrmeha borî tê, ku tê de binkeyên Heşda Şeibî li Bexda, Neynewa û Kerkûkê hatibûn armancgirtin. Di wan êrîşan de hejmarek çekdar û 5 şêwirmendên leşkerî yên Îranî hatibûn kuştin. Piştî vê bûyerê, grûpên çekdar gefa tolhildanê li Siûdiye û hêzên Amerîkayê xwaribûn.
Her çend "Berxwedana Îslamî li Iraqê" bi zexta serkirdeyên "Çarçoveya Hevahengiyê" êrîşên xwe yên tolhildanê ji bo demekê paş xistibe jî, lê egera wê hîn berdewam e. Bi fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî, li seranserê Iraqê amadebaşiya herî bilind hatiye ragihandin.
Niha li Bexda û bajarên din ên giring hêzên zêde hatine belavkirin û li kolanên sereke xalên kontrolê hatine danîn, da ku rê li ber her pêşhateke nexwastî were girtin.