Artêşa Îraqê li Kerkûkê destê xwe danî ser zeviyên cotkarên Kurd

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îraqê li gundê Topzawayê yê girêdayî parêzgeha Kerkûkê dest bi lêdana xendekeka ewlehiyê kir; bi wê sedemê zêdetirî 200 doneman ji zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd hatin wêrankirin. Cotkarên deverê dibêjin ku tevî ku belgeyên wan ên qanûnî hene jî, artêş guh nade biryarên dadgehê û mafê wan ê xwedîtiyê.

Çîrok ji arêşeya perçeyeka zeviyê hat destpêkirin, lê paşê arasteya bûyeran hat guhartin. Artêşa Îraqê bi navê xwedîtiya tenê 12 donemên zeviyan hat deverê, lê niha xendekek di nav dilê 200 donemên zeviyên cotkarên Kurd de lê daye û rêya hatin û çûnê û gihîştina wan bo ser zeviyên wan bi temamî biriye.

Li destpêkê artêşa Îraqê bi hinceta lêdana xendekeka ewlehiyê li derdora Kerkûkê şofil û hefare anîn, lê paşê ji cotkaran re got ku zevî girêdayî Wezareta Berevaniyê ya Îraqê ne.

Cotkarekî deverê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Tenê di nav zeviya min de 40 donem hatine wêrankirin, berhemê genimeşamiyan û sondayên me hemî hatine têkdan û şkandin; bi bihayê bi milyonan dînaran zirar gihîştiye me."

Herwesa cotkarekî din, ku rûberekî zêde yê zeviya wî bi ber wê xendekê ketiye, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Li vê derê 150 donemên zeviyên min hene û min hemî çandine, lê tenê ji ber vê xendek û satira ku lê daye, nêzîkî 40 doneman ji erdê min birine û têk dane."

Cotkarên Topzawayê balê dikişînin ser wê yekê ku tapoya reş û nivîsara fermî ya dewletê di destê wan de heye, lê ne dadgeh guh dide belgeyên wan ên qanûnî ne jî serweriya qanûnê rêyê li ber lêdana wê xendekê digire. Niha cotkar tenê temaşeyî wê axê dikin a ku heta duhî debara malbatên wan li ser bû û niha li ber çavên wan tê têkdan.