Burhan Sonmez: Divê qanûn bo naskirina mafên Kurdan jî bên çêkirin

Stenbol (K24) – Burhan Sonmez ê Serokê PENA Navdewletî û xelatgirê gelek xelatên cîhanî yên wekî Hemingway û Vaclav Havel, ku pirtûkên wî bo 48 zimanan hatine wergerandin, li ser pêvajoya aşitiyê taybet bo Kurdistan24ê axaft û got, divê pêvajo tenê di navbera Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de nemîne û divê şêwra hemî tevger û aliyên Kurdî jî bê standin. Herwiha divê dewleta Tirkiyeyê mafên Kurdan jî nas bike. 

Nivîskarê Kurd ê xelatgirê cîhanî Burhan Sonmez, li  Pirtûkxaneya Medya digel xwînerên hat ba hev. 

Burhan Sonmez her çend wekî wêjekarekî diyar ê cîhanî bê naskirin, siyasetmedarekî berê û çalakvanê mafên mirovan e û gelek caran li ser pirsên siyasî û civakî peyaman dide. Dîdara wî ya li Stenbolê jî di dema ku qanûna pêvajoya aşitiyê li parlamentoyê dihat gengeşekirin bi rê ve çû û wî jî çend têbînî û rexne li ser pêvajoyê hebûn. 

Xwîneran jî bi pêşwaziyeke germ pirs û meraqên xwe yên li ser jiyana wî û pirtûkên wî jê kirin. Di dema îmzekirina pirtûkan de xwîner digel germayê û rawestana zêdetir ji seetekê li ser piyan gelek bisebir û keyfxweş bûn.

Burhan Sonmez ji Kurdên Anatolyaya Navîn bajarokê Xaymanayê ye. Heft romanên wî hene, ku du ji wan Kurdî ne. Pirtûkên wî bo 48 zimanan hatine wergerandin. Ew li sala 2021ê bû Serokê PENA Navdewletî û ew xelatgirê gelek xelatên navdewletî yên wekî Hemingway û Vaclav Havel e. 

Eleqeya bo dîdara Burhan Sonmezî ew hinde zêde bû ku cih di holê de nemabû û gelek kes li derve mabûn.