Koçberên Serê Kaniyê: Tevî êrîşan jî em dest ji hewldanên vegerê bernadin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrişa li ser karwana yekem a koçberên ku vedigeriyan Serê Kaniyê, di nav xelkê de tirs û nîgeraniyeke mezin çêbûye. Tevî metirsiyan, Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ragihand ku ew ê hewldanên xwe berdewam bikin, heta ku hemû koçber vegerin ser mal û milkên xwe.
Dosyaya vegera koçberên Serê Kaniyê ku yek ji mijarên herî biêş ên şerê Sûriyeyê ye, di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Piştî derbasbûna heft salan li ser koçberiyê, hewldanên ji bo vegera xelkê bo malên wan dest pê kiribûn, lê êrişên dawî yên li ser kesên vegeryayî, ev pêvajo ket bin metirsiyê.
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, Mehmûd Cemîl, derbarê rewşê de ji Kurdistan24ê re got: "Em ê li ser piyan bin û hewldanên me dê berdewam bikin heta ku em gelê xwe bi temamî vegerînin Serê Kaniyê û gundên wê. Divê ev veger bi rengekî rûmetdar be ku layîqî êş û azarên heft salên koçberiyê be."
Welatiyên ku amadekariya vegerê dikirin, niha di navbera kêfxweşiya dîtina xaka xwe û tirsa êrişan de mane. Welatî Zeyneb Ehmed, bi xemgînî behsa êrişên li ser koçberan kir û got: "Naxwazin ev gel bi kêfxweşî vegerin. Êrişeke pir pîs birin ser jinên me, xwişkên me, zarok û pîrên me. Em tenê dixwazin li malên xwe, li ser axa xwe bijîn."
Silêman Xelîl, welatiyekî din ê koçber e, diyar kir ku daxwaza wan a herî mezin ew e ku ti kes li kampan û di bin konan de nemîne. Xelîl destnîşan kir ku divê her kesê Sûriyeyî vegere ser mal û milkên xwe û ev mafê wan ê herî bingehîn e.
Heta niha karwanên vegerê di bin çavdêriya hinek peymanan de pêk dihatin, lê bûyerên dawî nîşan dan ku ewlehiya koçberan bi temamî nehatiye dabînkirin. Hikûmeta Sûriyeyê ragihandibû ku wan dest bi hêsankirina vegera xelkê Serê Kaniyê kiriye, lê êrişên "Erebên hawirde" û komên li herêmê, metirsiyeke raste rast li ser jiyana vegeriyan çêkiriye.
Niha pirs ev e: Gelo dê karwanên din kengî û bi çi garantiyekê bikevin rê? Komîteya koçberan tekez dike ku ji bo çareserkirina vê dosyaya mirovî, pêwîstiya wan bi garantiyên navdewletî û ewlehiyeke mayinde heye.