Fayiq Zêdan li Şamê: Iraq amade ye di warê dadwerî de alîkariya Sûriyeyê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zêdan, bi serdaneke fermî gihîşt Şamê û ragihand, ew amade ne di warê yasayî û dadwerî de her cure piştgiriyê bidin Sûriyeyê.

Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zêdan, îro 13ê Tebaxa 2026an, bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Sûriyeyê, Şamê û bi Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê Mezher Ebdulrehman re civiya.

Di civîna hevbeş de, Fayiq Zêdan got: "Em hewildanên we yên ji bo avakirina dewleta Sûriyeyê di hemû bwarên cuda de bilind dinirxînin. Em wek Encûmena Bilind a Dadwerî, amade ne her cure hevkarî û ezmûnên xwe yên di qada dadwerî de pêşkêşî birayên xwe yên Sûrî bikin."

Ji aliyê din ve, Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê Mezher Ebdulrehman, kêfxweşiya xwe bi serdana şandeya Iraqê anî ziman û diyar kir, peywendiyên Bexda û Şamê di van demên dawî de, nemaze di warê aborî û ewlehiyê de, gelekî bipêş ketiye.

Ebdulrehman destnîşan kir ku ew li benda hevkariyeke kûrtir a dadwerî ya di navbera her du welatan de ne û got: "Sûriye îro di qonaxeke nû re derbas dibe. Armanca me ya sereke di vê qonaxê de avakirina dewleta yasayan û saziyan e."