Bakirhan: Armanca me ew e ku Demîrtaş beşdarî kongreya Îlonê bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand, bi qanûna nû re dê bi hezaran girtî werin berdan. Bakirhan her wiha diyar kir ku ew dixwazin Selahattîn Demîrtaş di kongreya mezin a Payîzê de amade be.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di bernameyeke televîzyonê de derbarê "Qanûna Çarçoveyî" û bandorên wê de bal kişand ser berdana girtiyan û amadekariyên kongreya mezin a partiya xwe.

Bakirhan diyar kir, ev qanûn rasterast bandorê li ser 125 hezar dosyayan dike. Li gorî zanyariyên ku Bakirhan parve kirin, bi cibicîkirina qanûnê re, di qonaxa yekem de dê 3 hezar û 900 girtî werin berdan. 

Bakirhan her wiha got: "Zêdetirî 75 hezar lêpirsînên aşkere û 50 hezar lêpirsînên veşartî hene. Ev qanûn dê bandoreke rasterast li ser jiyana van 125 hezar kesan bike."

Derbarê kesên ku li derveyî qanûnê mane de, Bakirhan got, nêzîkî 900 kesên ku beriya sala 2005an cezayê muebetê (cezayê giran) girtine û bi tawanên kuştinê tên tawanbarkirin, di vê qonaxa yekem de nayên nirxandin. Rewşa van girtiyan dê di qonaxa duyem a qanûnê de bê destgirtin. Lê Bakirhan tekez kir ku ji bilî van kesan, hemû dosyayên din di çarçoveya qanûnê de ne.

Bakirhan derbarê kongreya mezin a DEM Partiyê de got: "Em plan dikin ku di Payîzê de kongreya xwe ya mezin pêk bînin. Armanca me ew e ku Birêz Selahattîn Demîrtaş û gelek kadro û siyasetmedarên me yên ku niha li derveyî welat in, bi awayekî fîzîkî beşdarî vê kongreyê bibin."