Parlementerekê berê yê Iraqê bi tometa gendeliyê hat desteserkirin

Kazim Seyadî
Kazim Seyadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyên bilind li Bexdayê ragihand ku hêzên ewlehiyê parlamenterê berê yê Iraqê Kazim Seyadî desteser kiriye, piştî ku tohmeta "gefxwarin û standina bacan" li ser wî hatî îspatkirin.

Li gorî zanyarên Ajansa Nûçeyan a Iraqî, desteserkirina Seyadî li ser bingeha fermana dadwerî bûye ku ji aliyê Encûmena Bilind a Dadweriyê ve hatiye derxistin. Ev pêngav jî parek ji wê operasyona mezin e ya ku ji 28ê Hezîrana 2026ê ve li Iraqê hatiye destpêkirin, ji bo rûbirûbûna gendelî û xirapbikaranîna desthilatê.

Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê duhî Yekşemê, 16ê Tebaxa 2026ê, belav kir ku dadwerê lêkolînê di Dadgeha Tawanên Navendî ya Berhingarbûna Gendeliyê de, bi hevahengî ligel Herêma Kurdistanê, kariye dest deynin ser 20 milyon û 340 hezar dolarên Amerîkayî û 200 milyon dînarên Iraqî, ligel vegerandina 60 kîlogramên zêr û destbiserdagirtina 7 timbêlan.

Her duhî Yekşemê, Desteya Destpakiya Iraqê jî di dosyeyekê de di mala Xalid Xezay Etiye de, ku Wekîlê Wezareta Elektrîkê bû ji bo karûbarên veguhastin û belavkirinê, dest daniye ser milyarek û 175 milyon dînarên Iraqî û 5 milyon û 839 hezar dolarên Amerîkayî, her wiha 7 qalibên zêr.

Piştî desteserkirina Wekîlê Wezareta Petrolê ya Iraqê ji bo Karûbarên Parzinîngehan Ednan Cumeylî û piştî lêkolîn û îtîrafên wî, navên bi dehan berpirs û endamên Parlamentoya Iraqê eşkere kirine ku tevlî dizîna samanê giştî bûn.

Li serê sibeha 28ê Hezîrana 2026ê, kempeyneka berfireh li dijî gendelkaran hat destpêkirin, ku tê de bi dehan endamên parlamentoyê û berpirs û serokên partiyan bi tohmetên girêdayî gendeliyê ve hatin desteserkirin.

Pêştir dadgehê destbiserdagirtina zêdetirî 100 milyar dînaran û bi dehan milyon dolaran û bi dehan kîlogramên zêr ên girêdayî vê dosyeyê ragihandibû.