Dema civîna yekem a Encûmena Bilind a aştiyê diyar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ragihand, civîna yekem a Encûmena Bilind a taybet bi "Yasaya Çarçove" ve, dê di 24ê Tebaxê de were lidarxistin. Ev civîn wekî destpêka gavên pratîkî yên ji bo pêvajoya danîna çekan û aştiyê tê dîtin.

Piştî ku yasaya bi navê "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekrêziya Civakî" (Yasaya Çarçove) di Rojnameya Fermî de hat weşandin, gavên ji bo cîbicîkirina wê lez bûn. Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz diyar kir, encûmena ku dê serokatiya pêvajoyê bike hatiye avakirin û wezîrên peywendîdar dest bi karên xwe kirine.

Derbarê bernameya civîna 24ê Tebaxê de, Yilmaz got: "Em ê di civîna yekem de li ser şêwaz û regezên xebata encûmenê biaxivin. Herwiha dê biryar li ser avakirina lijneyên şaxî were girtin ku ev lijne dê taybet bin bi pêvajoya danîna çekan û belavkirina rêxistinan."

Ev projeyasa ku ji aliyê AK Partiyê ve hatibû amadekirin, li parlamentoyê bi dengên DEM Partî û MHPê jî hatibû pejirandin. Cevdet Yilmaz tekez kir ku ew ê kar bi hevahengiyeke xurt ji bo "aştî, biratî û yekrêziya neteweyî" bikin.

Hewldanên nû yên aştiyê li Tirkiyeyê ji Cotmeha 2024an ve bi pêşniyara Serokê MHPê Devlet Bahçelî dest pê kiribûn. Piştre di Sibata 2025an de Abdullah Ocalan banga danîna çekan kiribû û di Tîrmeha heman salê de jî hejmarek gerîlayan bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandibûn û ji hin herêman vekişiyabûn.