HUDA PARê êrişa li ser ofîsa Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, êrişa li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar kir û peyameke "xwezî bi xêr be" arasteyî wî kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, derbarê êrişa ku di 17ê Tebaxê de li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê li dijî ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk hatibû, peyamek belav kir. Yapicioglu di peyama xwe de êriş şermezar kir û piştevaniya xwe nîşan da.

Yapicioglu di peyama xwe de xemgînî û nîgeraniyên xwe yên derbarê êrişê de anî ziman û wiha got: "Ez vê êrişa ku şexsê we û saziyên Rêveberiya Herêma Kurdistanê kiriye armanc, bi tundî şermezar dikim. Nebûna ziyana canî di vê êrişê de ji bo me cihê dilxweşiyê ye."

Serokê HUDA PARê her wiha bal kişand ser giringiya aramî û ewlehiya herêmê û destnîşan kir ku tundî ne rêya çareseriyê ye. Herwiha got: "Em li dijî her cûre êrişên li ser ewlehî û aramiya herêmê ne. Em bawer dikin ku divê pirsgirêk ne bi şer û tundiyê, lê bi rêya diyalog, hevtêgihîştinê û rêbazên aştiyane werin çareserkirin."

Zekeriya Yapicioglu daxwaz kir ku aliyên li pişt vê êrişê di zûtirîn dem de werin dîtin û peyama xwe wiha bi dawî kir: "Em hêvî dikin ku perdeya li ser vê êrişê were rakirin û kiryarên wê werin aşkerekirin. Bi vê boneyê, di şexsê we de em daxwazên xwe yên 'xwezî bi xêr be' arasteyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurd ê bira dikin."