Li Bexdayê dest bi ser zêdetirî 2 milyon dolarên sexte de hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li rojhilatê Bexdayê operasyoneke serkeftî lidar xist û sextekarekî pereyan tevî zêdetirî 2 milyon dolarên sexte girtin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê da zanîn, hêzên Polîsa Federal a Iraqê li du herêmên cuda yên paytextê dest danîne ser zêdetirî 2 milyon dolarên sexte.

Hêzeke ser bi Fewca 2emîn a Lîwaya 19emîn a Firqeya 5emîn a Polîsa Federal, bi hevahengiya ligel Rêveberiya Rûbirûbûna Tawanên Rêkxistinkirî li Rusafayê, li taxa Şeib a li rojhilatê Bexdayê operasyonek pêk anî.

Rayedarên ewlehiyê diyar kirin ku armanca operasyonê girtina gumanbarekî bû ku bi sextekirina diravan dihat tawanbarkirin û tometbat di dema karê sextekariyê de hat girtin.