Perstareke Kurd ji ber hûnandina porê xwe ji kar hat dûrxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Perstara bi navê Ikra Avci ku xelka Diyarbekirê ye, ji ber beşdarbûna di kempîneke piştgiriya jina şervan a ji Rojava de, bi biryareke îdarî ji karê xwe yê li Kocaelyê hat dûrxistin.
Ikra Avci ku perstareke Kurd e û li bajarê Kocaeli yê Tirkiyeyê kar dikir, ji ber beşdarbûna di kempîna sembolîk a "kezîkirina por" de, bi yekcarî ji kar hat derxistin. Ev kempîn ji bo piştgiriya jina şervan a li Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin ku kezî porê wê ji aliyê çekdarekî ve hatibû birîn.
Li ser vê perstarê lêpirsîna dadwerî û îdarî hatibû destpêkirin. Her çend dadgehê di doza "propagandaya rêxistinê" de biryara beraetê dabû Avci jî, lê rêveberiya saziyê bi biryareke îdarî dawî li karê wê anî.
Parlamenterên DEM Partiyê li dijî vê biryarê nerazîbûneke tund nîşan dan û dûrxistina Avci wekî "cezayekî siyasî" û "dijminatiya li hemberî hevgirtina jinan" pênase kirin. Parlamenteran bal kişandin ser wê yekê ku Ikra Avci 7 salan bi dilsozî kar kiriye û tenê ji ber helwesteke mirovî ya li dijî tundûtûjiyê hatiye cezakirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik li ser mijarê got: "Desthilat ji aliyekî ve dibêje 'em ê kêşeya Kurd çareser bikin', ji aliyê din ve perstarekê tenê ji ber ku li dijî hovîtiya li hemberî jinên Kurd rawestiyaye, ji kar derdixe."
Bûyer vedigere dema şerê li Reqayê. Çekdarekî ser bi hikûmeta Sûriyeyê, kezî (gulî) porê jineke şervan birîbû û ev yek wekî "serkeftinekê" nîşan dabû. Ev hovîtî li seranserê cîhanê bû sedema nerazîbûnan û bi pêşengiya parlamenterên DEM Partiyê kempîneke bi navê "Kempîna Keziyan" ji bo piştgiriya şervanên jin hatibû destpêkirin.