Cano Amedî: Yasaya Çarçoveyî ne bo çareseriya pirsa Kurdan e

Diyarbekir (K24) – Yasaya Çarçoveyî ya pêvajoyê di Rojnameya Fermî de jî cih girt û ket meriyetê, ku niha tê mereqkirin ka ev yasa dê bandorek çawa li çareseriya pirsa Kurdanan bike. Hinek alî dibêjin dê zemînek guncayî derbixe holê û hinek alî jî dibêjin yasa pirsa Kurdanan bi polîtîkayên ewlekariyê ve sînordar dike û divê Kurd şiyar bin û li ser bidestxistina mafên xwe yên neteweyî têkoşîna xwe bidomînin.

Yasaya Çaçroveyî ya pêvajoyê, ya ku ji aliyê Serokomar Recep tayyîp Erdogan ve hat pesendkirin, di rojnameya fermî de jî hat weşandin û ket meriyetê. Yasa li ser çekdanîna PKKê hatiye sazkirin û dê di vê çarçoveyê de were cîbicîkirin. Akademîsyen derbarê encam û bandorên yasayê de amaje dikin ku wek gaveka destpêkê pêşhatek girîng e û bo pêşhat û gavên nu jî dikare bibe bingehek bibandor û di vê çarçoveyê de dikare sudê bide çareseriya pirsa Kurdan.

Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkun di vî warî de ji K24ê re got: “Divê were zanîn ku ev yasa gavek destpêkê ye û bo çekdanîna PKKê hatiye amadekirin. Lê piştî ku çekdanîn bi dawî bibe, bivê nevê wê mafên rewa yên Kurdan were rojevê, wê Kurd daxwaza mafên xwe bikin.”

Derbarê encam û bandorên yasaya pêvajoyê de siyasetmedarên partiyên Kurdistanî balê dikêşin ku tê xwestin pirsa Kurdan bi danîna çekan ve were sînordarkirin û bi yasaya çarçoveyî jî were veşartin. Siyasetmedarên Kurd dibêjin divê siyaseta Kurd hember vê rewşê xeta neteweyî xurt bike û didin zanîn ku di nava civaka Kurd a bakur de lêgerînek bo nûnertiya siyaseta neteweyî ya Kurd dest pê kiriye jî.

Cîgirê Serokê Partiya Wewaltparêzên Kurdistanê Cano Amedî jî ragihand: “Ev yasa ne bo çareseriya pirsa Kurdan e, navbera dewlet û PKKê de ye bo çekdanînê ye, 50 sal in ev proje tê meşandin, divê Kurd hişyar bin, divê Kurd li dora bereyeke neteweyî werin cem hev.”

Akademîsyen balê dikêşin ku dema çek bi temamî ji holê rabin, ev yek dê bibe wesîle ku pirsa Kurdan azadtir were nîqaşkirin, aliyên Kurdistanî jî bang li dewletê dikin ku bi hemû aliyên Kurd re rûne û di nava diyalogê de be.