Li gundekî Idlibê teqînek çê bû; kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber teqîna di nav malekê de li gundekî girêdayî bajarê Cisir Şuxûrê li devera Idlibê, 3 endamên malbatekê jiyana xwe ji dest da û 6 kesên din jî, ku di nav wan de zarok jî hene, birîndar bûn.
Li gorî raportên destpêkê, ew teqîn piştî nîvşeva şevêdî di nav malekê de li gundê Eyn Qesebê yê li rojavayê Idlibê çê bûye. Berevaniya Şaristanî ya Sûriyeyê ragihand ku qurbatî mêrek, hevjîna wî û birayê wî ne. Tîmên rizgarkirinê jî li ser lêgerîn û veguhastina birîndaran bo nexweşxaneyê berdewam in.
Rêveberê Navenda Operasyonan a Cisir Şuxûrê li Rêveberiya Rewşên Awarte û Karesatan Elî Lerî ragihand ku zanyarên destpêkê destnîşan dikin ku ew teqîn ji ber madeyên teqemeniyê yên nêçîrkirina masiyan çê bûye, ku di nav wê malê de hatibûn embarkirin.
Ji aliyekê din ve jî, Rêveberê Tenduristiyê yê Nexweşxaneya Cisir Şuxûrê Mistefa Bixûr bal kişand ser wê yekê ku birîndar zarok û mezin in û ji ber perçeyên teqemeniyê û bermayîkan birîndar bûne, her wiha hejmareke zarokan ji ber giraniya birînên wan bo nexweşxaneyên taybet ên bajarê Idlibê hatiye veguhastin.
Heta niha jî tîmên Berevaniya Şaristanî li cihê wê bûyerê mijûlî karkirinê ne û îhtîmal heye ku hejmara qurbaniyan biguhere ji ber berdewamiya proseya lêgerîn û rizgarkirinê.