Beqayî: Şerê aborî yê Amerîkayê li dijî Îranê ne yasayî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî êrişî polîtîkaya ambargoyê ya Amerîkayê kir û ragihand, ev ceza ne tenê şerekî aborî yê nayaşayî ne, belê hewildanek e ji bo sepandina serweriya Washingtonê li ser welatên serbixwe.
Îsmaîl Beqayî, îro 22ê Tebaxa 2026an, li ser platforma Xê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, ti dewletekê mafê wê yê yasayî nîne ku bankên biyanî, kompanya yan jî firokxaneyên welatên din neçar bike da ku pêwendiyên xwe yên bazirganî bi welatekî sêyem re bibirin. Herwiha tekez kir, ev sazî di bin serweriya welatên xwe de ne, ne di bin ya Amerîkayê de.
Berdevkê Îranî destnîşan kir, "ambargoyên nerasterast" ti bingehên xwe di hiqûqa navdewletî de nînin û got: "Ev kiryar binpêkirina aşkere ya xala 2emîn a Peymana Neteweyên Yekgirtî ye ku serweriya wekhev a welatan diparêze. Herwiha ev yek li dijî biryarên Dadgeha Navdewletî ya Dadê (ICJ) ye ku di doza Nîkaraguayê de destwerdana di karûbarên welatan de qedexe kiriye."
Beqayî zextên aborî yên Amerîkayê wekî "şaşiyeke navdewletî" pênase kir ku armanca wê neçarkirina dewletên xwedî serwerî ye da ku bijarde û polîtîkayên xwe yên yasayî biguherînin.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Beqayî hişyarî da ku ev daxwazên Amerîkayê dema ligel dorpêçên deryayî dibin yek, dibin cureyek ji "êrişên serbazî". Herwiha got: "Ev polîtîka serweriya welatên din dike mijareke demkî û şertdar ku tenê bi daxwaza hêzeke din ve girêdayî dimîne."
Di dawiyê de, berdevkê Îranî hişyarî da civaka navdewletî û ragihand, ev tevgerên Washingtonê dê bibe sedema hilweşîna pergala navdewletî û Neteweyên Yekgirtî û cîhanê ber bi "serdemeke kolonyalîzma klasîk" ve bikişîne.