Li Mîsanê dest bi ser hejmarek dron, çek û teqemeniyan de hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Hewalgiriya Serbazî ya Iraqê ragihand, di operasyoneke taybet de li parêzgeha Mîsanê, dest danîne ser hejmarek dron û bireke mezin a çek û teqemeniyan.

Rêveberiya Hewalgiriya Serbazî ya Iraqê îro 22ê Tebaxa 2026an bi daxuyaniyekê aşkere kir, li ser bingeha agahiyên hûr ên îstixbaratî, operasyoneke serkeftî li dijî komkirina çekan hatiye encamdan.

Li gorî daxuyaniyê, tîmên beşa Hewalgirî û Ewlehiyê ya Tumena 22emîn a Komandoyê operasyon birêve birin. Di encamê de hejmarek dron, guleyên Hawenê, Mûşekên RPG û Gelek cureyên bombeyên destan hatin desteserkirin.

Rayedarên serbazî dan zanîn, piştî desteserkirinê, hemû rêkarên yasayî hatine destpêkirin. Rêveberiyê tekez kir ku xebatên wan ên ji bo şopandina karên nayaşayî û desteserkirina çekên bêmolet dê berdewam bikin. 

Hat diyarkirin ku armanca van operasyonan xurtkirina ewlehî û aramiya parêzgeha Mîsanê û parastina jiyana welatiyan e.