Nûnerê Cotkarên Sergeranê: Ez dev ji doza xwe bernadim
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Cotkarên Sergeranê ragihand ku ew cezayê ji aliyê Dadgeha Kerkûkê ve li ser hatiye sepandin biryareke ne dadperwerane ye û tenê bo zextê ye, da ku ew dest ji doza zeviyên dagirkirî yên Kurdan berde, di heman demê de tekez kir ku ew bi ti awayî amade nîne dest ji doza xwe berde.
Nûnerê Cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn, îro Yekşemê, 23ê Tebaxa 2026ê, di konferanseke rojnamevanî de ragihand: "Ez gelek spasiya hemî medyakaran dikim, ku di dema borî de li gel me bûn. Dema me dixwest zeviyên xwe bikêlin, ku li gorî qanûna hejmar 3 ya Parlamentoya Iraqê mafê me ye, hêzên çekdar rê li me girt. Di çarçoveya wê rêgirtinê de jî, êrîşî min kir û xwest li ser traktorê min bi stûbenda min bixeniqînin."
Mihemed Emîn bal kişand ser wê yekê jî ku li şûna wergirtina mafê wî, gilî li ser wî hatine tomarkirina, û got: "Ew leşkerê bi navê Kerar Şakir ku ez kişandibûm û Fermandarê Operasyonên Kerkûkê du giliyên cuda li ser min tomar kirin, ku qaşo min sivakatî bi hêzên çekdar kiriye û kevir avêtine wan; her du tomet bêbingeh in û ti rastî di nav wan de nîne."
Nûnerê Cotkarên Sergeranê ron jî kir ku ev biryara dadgehê wekî bersivekê bû da ku ew xwe ji wê gilînameyê bike ya ku berê li dijî hêzên ewlehiyê tomar kiribû û got: "Wan gelek caran bizav kir ku ez dest ji gilînameya xwe berdim, lê ez amade nebûm. Mixabin îro di her du dosyeyan de ez bi du milyon dînaran hatim cezakirin. Ez bawer dikim ku ew biryar ne dadperwerane ye û em dê li Dadgeha Têhelçûnê tanê lê bidin."
Mihemed Emîn tekez jî kir ku ev doza miletê Kurd e li deverên veqetandî û got: "Ez ji tişta min kirî ne poşman im, heta ser hestiyan piştrast bin ku ku heke 10 carên din jî ew bizavê bikin min bixeniqînin, ez dê li ser vê dozê berdewam bim û dê berevaniyê ji xelkê me bikim; ev zevî zeviyên Kurdan in û divê bo xelkê wan ê resen vegere."
Ji aliyê xwe ve, Yusif Hesen ê Parêzerê Mihemed Emîn jî ragihand: "Em li benda vê biryarê nebûn, bi taybetî ku dadgehê vîdeoya peyamnêrê Kurdistan24ê Hêmin Delo wekî belge dît û çend caran dubare kir, lê ji ber ku gilî li dijî aliyekî hikûmî bû, ew biryar hat dan. Em dê di çend rojên bê de wê dosyeyê bibin Dadgeha Têhelçûnê."
Hêzeke artêşa Iraqê li roja 17ê Sibata 2025ê, li gundê Şenaxeyê rê li Mihemed Emîn girt, gava mijûlî kêlana zeviya xwe bû. Dîmena kişandina wî bi stûbendê ji aliyê leşkerekî ve ji aliyê tîma Kurdistan24ê ve hat tomarkirin û dengvedaneke mezin a navdewletî li pey xwe anî.
Dadgeha Tawanan a Kerkûkê îro bi serokatiya Dadwer Ehmed Hemûd Etîye, li ser du dosyeyên cuda (hejmar 1404 û 1405) li gorî madeya 229ê ji qanûna cezakirinê ya hejmar 111 a sala 1969ê, biryara cezakirina darayî bi 2 milyon dînaran bo Mihemed Emîn derxist. Li gorî wê biryarê, heke navborî wî cezayê darayî nede, bo her dosyeyekê 4 mehan (bi giştî 8 mehan) dê bê zindankirin.