Li parêzgeheke Tirkiyeyê karkerên kurd rastî êrîşeke nijadperestî hatin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Alapli ya parêzgeha Zonguldakê ya Tirkiyeyê, komekê êrîşî çend karkerên zarok ên kurd kirin. Hat ragihandin, tevî êrîş li ber çavê polîsan pêk hatiye, lê ti kes nehatiye girtin û saziyên fermî jî bêdeng in.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Stenbolê da zanîn, îro 23ê Tebaxê li navçeya Alapliyê, komekê êrîşî zarokên kurd kirine ku wekî karker li wê herêmê kar dikin. Li gorî agahiyan, ev êrîş ne kêşeyeke civakî ya asayî ye, lê belê êrîşeke nijadperestî ye ku rasterast nasnameya kurdî dike armanc.
Peyamnêrê Kurdistan24ê bal kişand ser wê yekê ku kurd li Tirkiyeyê gelek caran ji ber axaftina bi zimanê kurdî yan jî guhdarîkirina muzîka kurdî rastî tundûtûjiyê tên.
Herwiha peyamnêrê me got: "Êrîş li ber çavê hêzên ewlehiyê û polîsan pêk hat, lê polîsan ti rêkarên yasayî li dijî êrîşkaran negirtin. Heta niha ji aliyê hikûmetê yan jî berpirsên siyasî ve ti daxuyaniyeke fermî yan jî şermezarkirin nehatiye kirin."
Pervîn Buldan: Ev encama zihniyeteke cudakar e
Derbarê mijarê de, Cîgira Serokê Parlamena Tirkiyeyê Pervîn Buldan li ser hesabê xwe yê torên civakî bertek nîşan da û got: "Êrîşa li ser zarokên karker ên kurd li Zonguldakê, ne bûyereke asayî ye. Ev encama rasterast a zihniyeteke cudakar e ku nasnameya kurdî, keda karkeran û xizaniyê dike armanc. Bêdengbûna li hemberî êrîşên bi vî rengî, dibe sedema geşbûn û cîbicîbûna reftarên nefretê."