DEM Partî: Êrîşên li ser karkerên kurd encama aqiliyeteke nijadperest e
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), êrîşên li ser karkerên kurd ên li parêzgehên Zonguldak û Duzceyê bi tundî şermezar kirin û hişyarî da ku nîşandana van bûyeran wekî "kêşeyên kesane", nîşaneya aqiliyeteke metirsîdar a nijadperestiyê ye.
DEM Partiyê îro 23ê Tebaxê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî tundûtûjiya li dijî karkerên kurd da û ragihand ku ev celeb kiryar bi ti awayî nayên qebûlkirin.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat destnîşan kirin ku pênasekirina van êrîşan wekî "bûyerên kesane û demkî", hewildanek e bo veşartina nijadperestiya di nav pergala siyasî û civakî de. Herwiha hat gotin: "Di vê qonaxa hesas de, nabe rê bête dayîn ku hinek kom û alî bi armanca xerabkirina jiyana bi hev re, êrîşî mafên mirovan bikin. Ti kes nikare li welatê wan gefan li welatiyên kurd bixwe û êrîşî mafê wan ê jiyan û karkirinê bike."
DEM Partiyê bang li saziyên peywendîdar û rayedarên dewletê kir ku demildest lêpirsîneke berfireh bidin destpêkirin. Herwiha daxwaz kir ku ne tenê êrîşkar, lê belê hemû plandarêjên li pişt van kiryarên nijadperest jî li pêşberî yasayê werin darizandin.
DEM Partiyê got: "Em li hemberî nijadperestiyê bêdeng namînin û em welatiyên xwe yên mexdûr bi tenê nahêlin. Wekî aliyekî siyasî, em ê bi hûrî li pey rêkarên yasayî yên vê mijarê bin û têkoşîna xwe ya li dijî sûmên nefret û nijadperestiyê berdewam bikin."
Li navçeya Alapli ya parêzgeha Zonguldakê, îro komekê êrîşî çend karkerên zarok ên kurd kiribûn, ku ev yek bû sedema bertekên tund ên di nav raya giştî de.