Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî gihand malbatên vegeriyayî yên Serê Kaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) di çarçoveya çalakiyên xwe yên mirovî û civakî de, alîkarî li ser hejmarek ji malbatên ku vegeriyane bajarê Serê Kaniyê belav kir.

Ev alîkariyên mirovî ji bo piştgirîkirina malbatên vegeriyayî û dabînkirina pêdiviyên wan ên bingehîn hatin pêşkêşkirin. Alîkariyên hatine dabeşkirin ji doşek, betanî û balîf, selikên xwarinê û keresteyên paqijiyê pêk dihatin.

Piştî 7 salan ji şer û koçberiyê, beşek ji xelkê Serê Kaniyê vegeriyabûn ser mal û milkên xwe. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi van alîkariyan hewl dide barê wan sivik bike, da ku karibin jiyana xwe ya rojane li bajarê xwe bidomînin.

Lê belê, tevî vegera beşek ji xelkê, hê jî beşeke mezin a niştecîhên Serê Kaniyê ji warê xwe dûr in û di kampan de an jî li deverên cuda di bin mercên gelekî dijwar de jiyana xwe derbas dikin.