Arecî: 30ê Îlonê dê bibe destpêka qonaxa kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Iraqê ragihand, 30ê Îlonê roja vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ye û ev dîrok dê bibe destpêka qonaxa xistina çekan di bin kontrola dewletê de.
Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Iraqê Qasim Arecî îro 23ê Tebaxa 2026an di daxuyaniyekê de bal kişand ser serweriya xaka Iraqê û pêvajoya piştî vekişîna hêzên biyanî. Arecî tekez kir ku kontrolkirina çekan biryareke stratejîk a hikûmetê ye û biryara şer û aştiyê tenê di destê dewletê de ye.
Erecî derbarê pêgeha Heşda Şeibî û çekdarên din de diyar kir, divê peywendiya navbera partiyên siyasî û lîwayên leşkerî bidawî bibe. Herwiha got: "Grup ne dijminên dewletê ne, beşek ji dewletê ne. Rûbirûbûna van grupan hêla sor e û dewlet piştî radestkirina çekan, mafên wan garantî dike."
Şêwirmendê Iraqî her wiha anî ziman ku ev pêvajoya radestkirina çekan, dê bi qonax be û nabe bibe sedema qeyraneke siyasî.
Arecî aşkere kir, wan pêşniyarek pêşkêşî Îran û Siûdiyê kiriye da ku "Encumena Hevahengiya Ewlehiyê ya Yekbûyî" ava bikin. Derbarê hêzên biyanî de jî got: "Piştî 30ê Îlonê û vekişîna Hevpeymaniyê, peywendiyên me yên bi wan welatan re dê hîn bihêztir bibin."
Arecî bal kişand ku hebûna hêzên biyanî û vegerandina awareyan di qada ewlehiyê de astengiyên mezin in û aborî jî piştgirê herî sereke yê ewlehiyê ye.
Arecî destnîşan kir jî, şerê dijî DAIŞê di warê leşkerî de bidawî bûye, lê hîn hinek paşmayiyên terorê mane û ji bo parastina serweriya Iraqê divê her kes li bin ala dewletê tevbigere.