Asayîşa Hewlêrê ew kesê ku destdirêjî kiribû ser keçikeke Ereb girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê girtina wî kesî ragihand ê ku bi destdirêjîkirina li ser keçikekê tometbar e, ew jî piştî ku dîmena vîdeoyî ya wê keçikê di torên civakî de dengvedaneke mezin çê kiribû.

Çavkaniyeke hikûmî îro Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku hêzên Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê di demeke kurt de karî wî tometbarî diyar bikin û desteser bikin.

Wê çavkaniyê diyar jî kir ku piştî girtina wî tometbarî, dosyeya lêkolînê ji bo wî hat vekirin û bo dadgehê hat şandin da ku rêkarên qanûnî yên pêdivî li beranberî wî bên bicihanîn. Her wiha lêkolîn ji aliyê aliyên peywendîdar ve bo eşkerekirina hûrgiliyên zêdetir jî berdewam in.