Cezayê zîndanîkirina heta-hetayê li Muftiyê berê yê Sûriyeyê hat birîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Çarê ya Tawanên Giran a Şamê cezayê zîndanîkirina heta-hetayê li ser Muftiyê berê yê Sûriyeyê Ehmed Bedredîn Hesûn sepand. Ev jî di bersiva wan tometan de bû yên ku Hesûn bi tawanên şer û paldana tundûtûjiyê tometbar dikir.
Dadgeha Çarê ya Tawanên Giran a Şamê îro Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, di rûniştina şeşê ya taybet a dadgehkirinê de, cezayê zîndanîkirina heta-hetayê li ser Muftiyê berê yê Sûriyeyê Ehmed Bedredîn Hesûn sepand.
Dadgeha Çarê ya Tawanên Giran a Şamê îro Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, di rûniştina şeşê ya taybet a dadgehkirina Muftiyê berê yê Sûriyeyê Ehmed Bedredîn Hesûn de, dosyeya wî yekalî kir û biryara xwe ya dawiyê ragihand.
Dadwer Fexredîn Uryan di xwendina wî hukmî de ragihand ku dadgehê biryara bindestkirin û vegerandina hemî mal û milkên veguhestî û veneguhestî yên Hesûn bo gencîneya giştî ya dewletê derxistiye. Ev jî piştî wê yekê tê ku, tevlîbûna Hesûn di tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê de bi fermî hat îsbatkirin.
Li gorî biryara Dadwer Fexredîn Uryan, Hesûn bi tometa paldana tundûtûjiyê, rewakirina kuştinê û wan êrîş û daxuyaniyan hat tometbarkirin ên ku dibin sedema serhildana şerê navxweyî û pevçûnên tayifî li Sûriyeyê.
Raportên qanûnî yên dadgehê derxistiye holê ku saziyên lêkolînê belgeyên pêdivî li ser rola Hesûn di mezinkirina aloziyan de kom kirine.