Serokwezîrê Iraqê dema vekişîna hêzên hevpeymaniyê diyar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê di peyamekê de dema vekişîna hêzên hevpeymaniya navdewletî ji welatê xwe diyar kir û tekez kir ku Bexda rêyê nade axa wê bo gefxwarina li welatên din bê bikaranîn.
Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, di peyamekê de bi helkefta salvegera bûna pêxemberê Îsalmê ragihand ku ji destpêka karê xwe ve, wan peyman dabû ku kar bo xurtkirina Iraqeke xwedî serweriya temam bikin.
Serokwezîrê Iraqê her wiha amaje bi bernameya hikûmeta xwe bo kirina çaksaziyê, rûbirûbûna gendeliyê û damezrandina saziyên ewlehiyê di bin sîwana destûrê de da.
Di derheqa mijara mana hêzên hevpeymanan de, Zeydî got: "30ê Îlona bê dê dema vekişîna hêzên hevpeymaniya navdewletî ji Iraqê be, bi vê yekê jî Iraqî serweriya xwe ya fermî li ser tevahiya axa nîştimanî radigihînin."
Di pareka din a peyama xwe de, Serokwezîrê Iraqê tekez jî kir ku divê Iraq nebe westgehek bo gihandina ziraran bi welatên din. Herwesa spasî û rêzên xwe pêşkêşî desthilata bilind a dînî û hemî saziyên dînî diyar kir, ji ber wan rênimayîyên girêdayî parastina ewlehiya Iraqê, parastina gelê wê û xurtkirina aştiya civakî.
Zeydî herwesa bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û zelal kir ku ev çend dehsal in dever di bin aloziyeke berdewam de dijî, ev yek jî bûye sedema çêbûna jihev-veqetîn û hevfêmnekirinê di nerîna welatên Erebî û Îslamî de. Ji ber vê yekê daxwaz kir ku bo yekrêziya di helwest û biryaran de, feyde ji kelepûr û rêbaza mezin a pêxemberê Îsalmê bê wergirtin.