Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike

Sefîn Dizeyî
Sefîn Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji dema şer dest pê kiriye, Herêma Kurdistanê hatiye armanckirin û zirareke zêde gihîştiye jêrxaneya aborî û welatiyan. Herwesa got ku divê Hikûmeta Iraqê rêyê li wan komên çekdar bigire yên ku êrişan dikin.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, di konferanseke rojnamevanî de ragihand: "Mixabin ji wê demê ve ku ev şer hatiye destpêkirin, Herêma Kurdistanê hatiye armanckirin."

Sefîn Dizeyî ron jî kir ku Herêma Kurdistanê nebûye parek ji wî şerî û herdem daxwaza aramî û tenahiyê kiriye, her wiha tekez jî kir ku divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin.

Navborî herwesa got: "Mixabin hezar dron û mûşek ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin; vê yekê jî gelek zirar hebûn, hem ji aliyê şehîdbûn û birîndarbûna welatiyan ve, hem jî ji aliyê armanckirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê ve."

Di derheqa helwesta navdewletî û erkê hikûmeta federal de, Sefîn Dizeyî ragihand ku ew êrişên vê dawiyê hatine kirin, ji aliyê civaka navdewletî, konsulxane û nûnertiyên dîplomatîk ve bi tundî hatin şermezarkirin û em hivîdar in bûyerên wesa dubare nebin. Ron jî kir ku parek ji van bûyeran dikeve ser milê Hikûmeta Iraqê, divê ew bi erkê xwe yê qanûnî bo parastina serweriyê û welatiyan rabibe.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve amaje jî da: "Ew êrişên ku ji nav Iraqê bi xwe jî li ser Herêma Kurdistanê tên kirin, divê rê li wan bê girtin û pêngavên pêdivî li beranberî wan bên avêtin, bi taybetî ew komên çekdar ên ku ji nav Iraqê êrişan dikin, divê bên cezakirin ne ku tenê rê li wan bê kirin."