Dihok: Kela Nizarkê dibe mûzeyeke giştgir a jenosîdan

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberiya Lawan a Dihokê merasîmek bo bîranîna şehîdkirina pênc ciwanên bêtawan ên Dihokê di sala 1983ê de saz kir, herwesa Parêzgarê Dihokê ragihand ku ew bo wê yekê kar dikin ku Kela Nizarkê bikin mûzeyeke giştgir bo nasandina hemî wan jenosîdên ku bi ser pêkhateyên cuda cuda yên deverê de hatine.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, di merasîma bîranîna şehîdkirina pênc ciwanên Dihokê yên sala 1983ê de ragihand ku li roja 28ê Berçileya 1983ê, pênc ciwanên bêtawan bi zorê ji dibistanê hatin derxistin û li wî cihê ku niha Navenda Werziş û Ciwanan e hatin gulebarankirin. 

Elî Teter amaje bi wê yekê jî kir ku jiyê wan ciwanan di bin 25 saliyê de bû û du ji wan jî jiyê 18 saliyê temam nekiribû, rêjîma Beisê jî ne tenê ew şehîd kirin, belku pareyê guleyan jî ji malbatên wan wergirtibû û rê li wan girtibû ku şînê bo wan deynin.

Di pareka din a axaftina xwe de, Parêzgarê Dihokê bal kişand ser projeya nûjenkirina Kela Nizarkê û ragihand ku nûjenkirina wî cihî bi awayê wê yê resen karekî zêde divêt. 

Navborî herwesa got: "Niha em li ser wê yekê kar dikin ku mûzeya Kela Nizarkê bibe mûzeya jenosîdê û tenê bo Enfêlê nebe, belku odeyên wê bo hemî wan jenosîdan bên terxankirin ên ku bi ser pêkhateyên Krîstiyan, Êzdî û gund û deverên cuda cuda de hatine, ji sala 1933ê ve heta şkefta Dekanê û gundê Sûriyanê."

Di derheqa daxwaza malbatên şehîdan de, Elî Teter tekez kir ku pêşniyarên wan bi giringî ve tên wergirtin, yek ji wan jî guherîna navê Yarîgeha "Pîrs"ê bo Yarîgeha "Şehîdan" e, ku niha ew mijar ji aliyê aliyên peywendîdar ve tê lêkolînkirin da ku biryar li ser bê dan.