Li Enqerê Desteya Şopandinê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqerê, Desteya Şopandin û Tespîtê bi serokatiya Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz ji bo gotûbêjkirina rêkarên "proseya çekdanînê" civîneke asta bilind li Koşka Serokkomariyê pêk anî.
Civîn piştî pesendkirina qanûna çarçoveyî ya bi navê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” pêk hat, ku di Meclisê de bi 467 dongan bibû qanûn.
Di vê civîna de Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler, Wezîrê Navxwe Mustafa Çîftçî, Wezîrê Dadê Akîn Gurlek û Sekreterê Giştî yê MGKê Oktay Memîş amade ne.
Rojeva sereke ya civînê, avakirina "komîsyonên jêrîn" bû ku dê li ser pratîkkirina qanûna nû û proseya çekdanîna PKKê bixebitin.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, tê çaverêkirin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di nav "Komîsyona Çekdanîn û Siyasîbûnê" de cih bigire. Tê gotin ku ev komîsyon dê bingeha qanûnî û siyasî ya ji bo danîna çekan amade bike.
Ji aliyê din ve, çavkaniyên nêzî PKKê balê dikşînin ser girîngiya rola Ocalan û diyar dikin ku: "Heger Abdullah Ocalan serokatiya komîsyona çekdanînê neke, dê di meşandina vê proseyê de astengî û zehmetiyên mezin derkevin."
Ji bo cîbicîkirina qanûna “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî”, dê sê desteyên cuda werin avakirin. Civîna îro ya "Desteya Şopandin û Tespîtê" wekî gava yekem a fermî ya ji bo pratîkkirina vê qanûnê tê dîtin.